Kuçe û kolanên Wanê vala bûn 2020-02-27 15:10:27 WAN - Ji ber berbelavbûna vîrusa koronayê ya li Îranê, kuçe, kolan, parq û eywanên lîstikan ên Wanê vala bûn. Ji ber berbelavbûna vîrusa koronayê ya li Îranê û mirina ji ber vê yekê, li Wanê kuçe, kolan, parq, qewe û eywanên lîstikan vala bûn. Li bajar, piraniya mirovan maske dane ber devê xwe. Ji ber gumana vîrusê êdî kes naçe eywanên lîstikan û di saetên êvarê de kes ji mala xwe dernayê. Ji ber vê rewşê li bajar kuçe û kolan vala mane.