Siyasetmedar û nivîskar Mahmût Alinak hat girtin 2020-02-17 16:05:09   QERS – Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ê 4 roj berê li Qersê hatibû binçavkirin bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin.    Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak di 13’ê Sibatê de li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Kar û barê îfade dayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû û îro birin Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê hatin girtin bi angaşta “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Hat zanîn ku pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes”, lihevanîna malbatan û hestiyariya ji bo berhevkirina çopa li Amedê pêk anîbû kirine sedemê girtina Alinak.