70 kes li dijî komploya 15'ê Sibatê ketin grevê 2020-02-15 14:12:35 NAVENDA NÛÇEYAN - 70 şêniyên Navçeya Amûdê li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê.    Meclisa Bajarokê Topiz a girêdayî navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê, bi boneya 15'ê Sibatê roja komploya navdewletî şermezar bikin konê çalakiya greva birçîbûnê veda. Bi dirûşmeya "Em komploya navdewletî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin" kon vedan û 70 welatî li vir ketin greva birçîbûnê. Kon bi wêneyên Ocalan û kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hat xemilandin. 70 kesên ketin grevê berdilkên spî yên wêneyên Ocala li ser heye li xwe kirin. Çalakî saet 08:00‘an destpê kir. Şaneyên ji tevahî navçeyê ji bo piştgiriyê çalakgeran û şermezarkirina komployê herikîn bin kon. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî li kon diyar kir ku gelek dewletên cîhanî beşdarî komploya li dijî Ocalan bûn û wiha got: "Ocalan ji bo azadkirina hemû gelên herêmê û gelên bindest têdikoşe."