Ebdî: Belgeyen ku DAIŞ di êrîşan de tên bikaranîn hene 2019-11-16 21:09:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku Serokomarê Tirkiyeyê, cihanê bi çend girtiyên DAIŞ'ê şantaj dike û got: “Li cem me belge hene ku Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê di êrişên li dijî Bakurê Sûriyeyê de bi kar tîne eşkere dike."   Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê agahî parve kir û got: "Serokê Tirkiiyeyê cîhanê bi çend girtiyên terorîst ên DAIŞ`ê şantaj dike. Li cem me belge hene eşkere dikin ku Tirkiye gelek terorîstên DAIŞ`ê di êrîşên li dijî bakurê Sûriyeyê de bi kar tîne." Ebdî wiha domand: "Ji bo rawestandina şantaja Tirkiyeyê ji cîhanê re, têkbirina planên wê, derxistina rûyê wê yê rastî û avakirina edaletê divê dadgeha navneteweyî li bakurê Sûriyeyê li cihê DAIŞ'ê sûcên herî giran pêk anîne bê avakirin.”