Li Qursa Quranê 40 zarok ji xwarinê jehrî bûn 2019-09-23 14:28:40   AMED - Li Amedê ji ber jehrîbûna ji xwarinê ya Qursa Quranê 40 zarokî rakirin nexweşxaneyê.    Li Qursa Quranê ya Leylî ya Kurikan a  Alî Îhsan Çelebî Eser a li navçeya Rezan Amedê, 40 zarokên ku perwerde didîtin bi xwarina taştê, jehrîbûn. Hat ragihandin ku zarokên ku ji penir û zeytûnan jehrîbûne rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Zarokan a Amedê û girtine tedawiyê. Hat ragihandin ku hin zarok tabûrcî bûne û hin zarok jî hê tedawî dibînin. Tê gotin ku li Qursa Quranê zêdetirî 100 zarokî dimînim.