Di doza Nisêbînê de girtiyên ceza şermezar kirin rastî lêdanê hatin 2019-09-23 13:59:39   MÊRDÎN - Heyeta dadgehê, di doza Nisêbînê de cezayên giran da girtiyan. Girtiyên rastî cezayên giran hatin, ceza protesto kirin û dirûşm berz kirin. Li ser vê yekê eskeran li girtiyan xistin ew avêtin derveyê salonê.    Di 26'ê Gulana 2016'an de, jê 17 zarok 53 kes di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de ji kuçeyên lê asê mabûn hatibûn tehliyekirin û piştre hatibû girtin. Rûniştina doza wan îro berdewam kir. Di rûniştina îro ku bi tevahî 70 kes tên darizandin de alozî derket. Rûniştin bi girtekên dozê û tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Heyeta Dadgehê bi hinceta "Zirar daye malê cemaweriyê","Kuştina mirovan","Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc" 30 sal ceza ji bo zarokê girtî yê 17 salî yê bi navê Simanur Pamuk birî. Simanûr cezayê ku lê hat birîn protesto kir. Li ser vê yekê eskeran li wê xistin. Girtiyên ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê beşdarî danişînê bûn, rastî ceza hatin. Girtiyan bi dirûşma "Bijî Serok Apo" berz cezayê li wan hatiye birîn şermezar kirin. Girtiyên ku cezayên giran protesto kirin û dirûşme berz kirin, eskeran li wan dan û ew avêtin vedê salonê.      Heyetê ceza li Simanur birî, Cezayê muebeta giran û 80 sal ceza li Şeymus Koç birî. Piştî biryara ku hat dayin Şeymus jî dirûşme berz kir û wî jî lêdan xwar. Malbatên girtiyan jî bertek nîşanî heyeta dadgehê da û bi dirûşmeyan protesto kirin.  Heyetê li zaroka bi navê Nurcan Aslan jî bi îdiayên "Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc", ,"Li dijî Ewlehiya Dewletê kirina sûc", "Zirar daye malê cemaweriyê" bi tevahî 25 sal cezayê girtîgehê birî.    Dê parêzer li dijî cezayên ku hatine birîn îtiraz bikin.