Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan 2019-09-21 16:55:35   STENBOL – Malbatên Xwendekarên Harbiyeyê, diyar kirin ku di 15'ê Tîrmehê de beyî agahiya zarokên wan ji tiştekî hebe şev nîvê şevê ji qişlaya wan derxistine derve û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan.    Malbatên ku dema zarokên wan li Dibistana Herba Hewa ya Stenbolê ya (TSK) xwendekar bûn, di hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016’an de hatin girtin, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Malbatan der barê pêvajoya binçavkirin û girtina zarokên xwe de serî li ÎHD'ê dan. Di civînê de dayika Yasin Guleşçî yê girtî Ayten Guleşçî, diyar kir ku di 15'ê Tîrmehê de ji zarokên wan re gotine 'tatbikata lezgîn heye' û ew ji qişlayên wan derxistine. Di 2’emîn danişîna kurê min de cezayê muebetê birîn. Tu sûcê kurê min tune ye. Şeva 15'ê Tîrmehê û piştî wê zarokên me rastî îşkence û lêdanê hatin. Em ji bo zarokên xwe çûn pêş AKP’ê lê bera me dan. Li wir destûr nedan ku em 5 deqîqeyan rûnên. Rojên borî em çûn pêş Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Niha jî em hatin ÎHD’ê.    Birayê Vahît Samet Yilmaz Aybuke Yılmaz jî, anî ziman ku hêj 13 salî bû teslîmî Dibistana Herba Hewa kir û wiha got: “Dema min birayê xwe teslîmî Dibistanê kir fermandaran got ‘Vahit  emanetê me ye' Lê piştî 15'ê Tîrmehê em fêr bûn ku birayê min di dojehek çawa de ye. Ez dixwazim ev rewş bi dawî bibe. Ji 15'ê Tîrmehê heta niha ruyê dayika min ne keniya ye. Ez dixwazim êdi dayika min bigêje kurê xwe."    Dayika Murat Duran ê girtî Aysel Duran û Dayika Berat Derelî Mahmure Derelî jî diyar kirin ku şeva darbeyê zarokên wan ji qişlayê derxistin û birin derve. Dayikan diyar kirin ku zarokên wan bê sûc e û xwestin serbest ben berdan.    Malbatên zarokan piştî civîna çapemeniyê serî li Şaxa ÎHD'ê dan.