'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’ 2019-09-11 14:33:29 MÊRDÎN - Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag di Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê de axivî û got: “Rojek berî rojekê dest ji vî karî berdin, nexwe hûnê winda bikin. Li dijî Kurdan ne  şer, polîtîkayên aştiyê bi rêve bibin. Em amadene û ji bo aştiyê li vê derê ne.” Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a Mêrdînê di roja 24’an de berdewam kir. Polîsên ku avahiya Rêxistinê ya Bajêr dorpêç kirin, destûr nedan ku çalakî li Parka Karayolarî bê li darxistin. HDP’iyan li ser vê yekê li ber avahiya partiyê çalakiya rûniştinê lidarxistin û çalakî heya saetekê berdewam kir. Piştî çalakiya rûniştinê Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag axivî. Dag, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tê wateya vîn û hebûna gelê Kurd nas nakin.”   Dag, da zanîn ku ewê li dijî qeyûma li qadan bin, bertekên xwe nîşan bidin û wiha bilêv kir: “Heya ku em bajar û şaredariyên xwe ji wan bigirin emê her roj li qadan bin û têkoşîna xwe dewam bikin. Dixwazin hişmendiya yek zilamî li hemû cihan bixin pratîkê. Li hemberî pêkanînên faşîzanê, heya niha me serî netewand û em ê ji vir û şûnde jî serî netewînin.”   ‘JI BO AŞTIYÊ EM LI VIRIN’   Dag, da zanîn ku bandora HDP û Kurdan di hilbijartina 31’ê Adarê de ya li ser bajarên mezin ên Tirkiyeyê derket holê û wiha bilêv kir: “Emê carek din vê hêza xwe nîşan bidin. Em ji vê derê careke din desthilatdariyê hişyar dikin. Kurdan ne danin pêşberî xwe. Ger hûn bixwazin li dijî Kurdan şer bikin, hûnê winda bikin. We di 31’ê Adarê de çawan winda kir, hûnê ji vir û şûnde jî winda bikin. Werin dest ji van pêkanînên xwe yên faşîzane berdin. Dest ji polîtîkayên qeyûman berdin. Em neviyên Şêx Saît û Seyît Riza yên li dijî faşîzma we serî netewandin e. Em şopdarên Vedat Aydin û Orhan Dogan ên li dijî zilma we di siyaseta demokratîk de israr dikirine. Berî ku derengtir bikeve, dest ji van pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin. Em amadene û ji bo aştiyê li vê derê ne.”   Piştî daxuyaniyê, çalakî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.