Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê 2019-09-11 11:33:46 AMED – Mexdûrê darbeya 12’ê Îlonê yên li Girtîgeha Amedê îşkenceyên giran dîtin diyar kirin ku her çiqas 39 sal bi ser de derbas bûye jî lê li ser navê dewlet û hiqûqê tiştek nehatiye guhertin.    Darbeya 12’ê Îlonê ya eskerî 39 sal berê yanî di sala 1980’î de pêk hat. 12’ê Îlonê yek ji rûpel ango dîroka herî reş û tarî ya Tirkiyeyê bû. Îşkence li însanan hat kirin, însanan kuştin, însanan bi darve kirin û her cûre muameleya xerab û binpêkirina mafan li dijî însan û şoreşgeran pêk anîn. Yek ji aliyên herî bedelên giran ê vê darbeyê dan jî kurd in. Dema 12’ê Îlonê û îşkenceya wê tê qalkirin, ewil Zîndana Jimara 5’an a Amedê tê bîra mirov.    ÎŞKENCE BI BERXWEDANA XWE TÊK BIRIN    Hemû girtiyên li Zîndana Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man. Ji van girtiyan û ji pêşengên PKK’ê Mazlum Dogan ji bo şertên girtîgehê û îşkenceyê protesto bike di 21’ê Adara 1982’an de bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Ji girtiyên PKK’yî Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner jî dan pey şopa Mazlum Dogan û bûn berdewamên rûhê berxwedanê. Ev çar girtî wek “Çaran” hatin binavkirin. Li dijî pêkanînên dij mirovane ji girtiyên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş bû pêşengê çalakiya rojiya mirinê û li gel Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz çalakî domandin û her çaran jî jiyana xwe ji dest da. Di navbera salên 1981’î û 1984’an de li Zîndana Amedê bi giştî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest da.    Şahidên hovîtiya wê demê ku girtî bûn Ahmet Candan û Ahmet Andiç behsa wê serdemê kirin.    ‘NE QASET Û NE JÎ PIRTÛK TÊRÊ DIKIN’    Ahmet Candan diyar kir ku ew beriya 12’ê Îlonê bi 4 mehan hatiye girtin û şandine Girtîgeha Amedê û heta niha bi giştî 17 sal di girtîgehê de maye. Candan hovîtiya li Zîndana Amedê dianîn serê girtiyan wiha anî ziman:    “Dema ez li girtîgehê bûm, min bihîst ji nişkeve deng tê. Dengê postalan bûn. Bi yek carî ketin qawîşên me û me kirin yek rêzê û îşkence li me kirin. Piştî 3 rojan gardiyanan guhertin û esker anîn û ji wê rojê şûn ve îşkence dest pê kir. Ji lêdanê heta îşkenceya derûnî her tişt bi me dikirin. Heke em niha rabin behs bikin ne qaset ne jî pirtûk têra vê yekê nakin.    ‘CIVAK BI SAYA BERXWEDÊRAN LI SER PÊYA YE’    3 sal bênavber bi şev û roj îşkence li me dikirin. Îşkencekar ji mirovatiya xwe derketibûn û teknîkên nû derdixistin. Ceryanê didin canê me, li ser feleqê me dirêj dikirin, tazî me didan meşandin û sirûd bi me didan xwendin, pîsîtî bi me didan xwarin. Ev tenê çend mînak in. Civak jî van dizane.”   Candan diyar kir ku Zîndana Amedê ji aliyê civakê ve wek cihek îşkenceyê û keleha berxwedanê tê zanîn û bi saya berxwedana kesên wan rojan îro civak li ser pêya ye.    ‘TU TIŞTEK NEGUHERIYE’    Candan anî ziman ku tiştên di 12’ê Îlonê de hatine serê wan wek duh di bîra wî de ne û wiha domand: “39 sal bi ser re derbas bûye, lê hêj aqilê dewletê neguheriye û di hiqûqê de tu guhertin pêk nehatiye. Hiqûq hêj heman hiqûq e. Destûra bingehîn a 12’ê Îlonê hêj di meriyetê de ye. Niha jî rewşa girtîgeha dişibe rewşa wê demê. Rewş xerabe. Me wê demê jî serê xwe netewand û em niha jî qet serê xwe natewînin.”    ‘DIXWESTIN MUXALEFETÊ TÊK BIBIN’    Ahmet Andiç jî wê demê li navçeya Pîranê ya Amedê mamostetiyê dikir hat girtin û xistin hepsê.   Andiç destnîşan kir ku ji destpêka Komarê ve mekanîka darbeye heyîna xwe diparêze û wiha got: “Di salên 70’î de dengê kurdan xûrt derket. Her ku çû kurdan xwe bi rêxistin kir. Dixwestin pergalên wê demê têk bibin û li şûna wê welatek bêtir demokratîk û şoreşgertir ava bikin. Dixwestin welatek hin şaristanî ava bikin. Li dijî pergala dewletê ya faşîzane pêngavên şoreşgerî dan destpêkirin. Yên Tirkiyeyê dixwestin birêve bibin hêzên emperyalîst danîn pişt xwe û nedixwestin ev hêzên şoreşgerî hêza xwe xurt bikin. Dixwestin gel bitirsînin û muxalefeta wê demê têk bibin. Însanên li kolanan demokrasiyê dixwestin hepsî malê dikirin. Bi vê yekê re serdemek dest pê kir. Di encamê de jî darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê pêk hat.”   ‘ÎŞKENCEYA KU HIŞÊ MIROV NAGIRE LI ÎNSANAN KIRIN’    Andiç da zanîn ku ew li girtîgehê bi îşkenceyê re hatiye nasîn û wiha axivî: “Di roja 3’yemîn a darbeyê de eskeran bi ser gundê me ve girt. Gund gulebaran dikirin. Îşkence li gundiyan kirin û pîsîtiyê bi wan dan xwarin. Her cûre tişta xerab anîn serê gundiyan. Wê demê hovîtiyên wek ben bi organê zayendî yê zilaman ve girê didan û didan destê jinan ku bikişînin. Her cûre hovîtî ku hişê mirovan nagire dianîn serê însanan.”  Andiç diyar kir ku berxwedana li zîndanê hat dayîn hinek îşkenceyê kêm kir. Andiç got darbeya eskerî di civakê de rê li ber  travmayên mezin vekiriye û bandorek mezin li wan jî kiriye. Andiç anî ziman ku roja îro û pêkanîna 12’ê Îlonê dişibin hev û pêkanînên niha tên kirin ji pêkanînên 12’ê Îlonê jî derbas kirine.    MA / Fethî Balaman