'Îktîdarê dît nikare enstîtuyê kontrol bike dest bi mudaxaleyê kir' 2019-08-18 09:01:30   MÊRDÎN - Hîndekarê berê Salih Agr Qoserî, ji bo biryara der barê girtina Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûyê got:" Bi enerjî û dînamîzma çêbû, potansiyeleke baş çêbû. Lê belê piştî îktîdara siyasî dît nikare li gor dilê xwe beşê kontrol bike dest bu mudaxilekirinê kir."    Senatoya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê, biryar girt ku Enstîtuta Zimanên Zindî bê girtin û biryar ji YOK'ê re şand. Wergêr û nivîskar Salih Agir Qoserî ku wextekê li Beşa Kurdolojiyê ya Enstîtuya Zimanên Zindî ders dide, biryara der barê esntîtuyê de nirxand.    Qoserî, bilêv kir ku ji destpêkê ve bendewariya îktîdarê û ya kurdan a ji bo enstîtuyê cuda bûne. Qoserî, diyar kir ku estîtuyê di dema "Pêvajoya Demokratîk" de wekî fikrekê derketiye holê lê belê wê demê dihat xwestin navê wê Enstîtuya Zimanê Kurdî be û got: "Lê belê dema pêk hat sirf ji bo navê 'Enstîtuya Zimanê Kurdî' lê neyê kirin, navê 'Esntîtuya Zimanên Zindî' ku li cîhanê tiştekî bi vî rengî tune ye lê hat kirin. Bi vî awayî xwestin zimanê kurdî veşêrin û bala kesî nekişîne. Îktîdar xwest ev beş tenê li ser kaxezê bimîne û xwedî naverokeke vala be. Her wiha xwestin vê ji bo xwe wekî propagandayê jî bi kar bînin."    ‘DEST BI MUDAXILEYÊ KIR'    Qoserî, anî ziman ku piştî enstîtu û beşên wê hatin vekirin ji çarhawirdorên cîhanê akademîsyen û xwendekar li bin banê esntîtuyê kom bûn û got: "Kurdan nîşan da ku armanca wan pêşxistina çand û zimanê kurdî ye." Qoserî, diyar kir ku midûrê ewil ê enstîtuyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim û mamosteyên din ên enstîtuyê li gor rêgezên zanyarî û liyaqtê akademîsyen û xwendekaran bigirin û got: "Xebatên heta niha didomin ji wê çaxê ve dest pê kirin. Bi enerjî û dînamîzma çêbû, potansiyeleke baş çêbû. Lê belê piştî îktîdara siyasî dît nikare li gor dilê xwe beşê kontrol bike dest bu mudaxilekirinê kir. Piştî dîtin nikarin vê yekê bikin vê carê jî bi hin hincetan xwestin beşê vala bikin."    Qoserî, anî ziman ku mudaxileya li enstîtuyê berî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê û KHK'yan dest pê kiribû û got: "Hîn 'pêvajoya çareseriyê' dewam dikir mudaxile dest pê kriibûn. Bi tevkariya polîsan li zanîngehê bi operasyoneke sixet ya 'nelirêtiyê' dest bi vî karî kirin. Bidawîbûna pêvajoya çareseriyê, bi çîroka darbeyê amadekirina nêvengeke bi vî rengî, bi KHK'yan îxrackirina gelek mamosteyan, mudaxileya lis er mamosteyên heyî... Yanî tê dîtin girtina beşê li gor bernameyekê hatiye amadekirin. Rektor dibêje 'em vê beşê nagirin, em wê û beşên din dikin yek.' Ev tê wateya ku diz dibêje ez nadizim cihê wê diguherînim. Yanî tişta ji berê de dihat xwestin lis er kurdolojiyê bê kirin niha tê kirin. Ev jî tê wateya ku bîrdoziya fermî ya dewletê bi awayekî cuda pêk tê."    ‘KURDAN BI ESNTÎTUYÊ DEST PÊ NEKIR'    Qoserî, bilêv kir ku herlbet girtina esntîtuyê wê bibe cihê encamên neyînî, lê belê kurdan bi enstîtuyê dest bi xebatên di warê çand û zimanê kurdî de nekiriye û bi girtina enstîtuyê jî wê ev xebat nesekinin.    MA / Ahmet Kanbal