ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2019'AN 2019-08-14 09:00:02 * Pîra Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune ne ya 70 salî Emîne  Aktaş, diyar kir ku êdî dilê wê ranake û banga xwedî derketina li neviyê xwe kir. * Parêzer Ahmet Çevîk xwest ku di paketa "reforma darazê" de mexdûriyeta BHQ'an bê bidawîkirin û ev tişt got: "Divê serobinbûna jiyana wan bê astengkirin."   * Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a gotibû ku ew dikare şerê berdewam dike, di hefteyekê de bide rawestandin û ev tişt got: "Ji bo ku li vî welatî demokrasî û aştî çêbibe, divê dewlet ne bi awayekî rêwazî bi micidiya ser muzekerevan nêzî Ocalan bibe."   * Parlamenterê HDP'ê Saliha Aydenîz peyama Ocalan a "Ez ji çareseriyê re amade me" nirxand û diyar kir ku peyama Ocalan ji bo Tirkiyeyê nîmeteke nayê dîtine û wiha got: "Heke derdekî desthilatê yê pêkve jiyana gelan heye, divê vê peyama Ocalan baş bixwîne."   * Wekîlê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ji bo rewatiya tifaqa AKP-MHP di civakê de bê nîqaşkirin û di lêpirsînê re bê derbas kirin, wan dest bi hemleya demokratîk û “Qanûna bingehîn a Demokratîk” kirin û got: “Ji bo Komara Demokratîk pêdivî bi qanûna bingehîn a aştiyê heye. Ji bo aştiyê jî pêdivî bi qanûna bingehîn a demokratîk heye.”