MSB: Xebatên Navenda Tevgera Hevpar dest pê kirine 2019-08-13 17:27:35   ENQERE - Wezareta Parastina Neteweyî têkildarî rayedarên leşkerî yên amerîkî yên li Rihayê daxuyaniya 'Bi şandeya Amerîkayê re xebatên avakirina binesaziya Navenda Tevgera Hevpar dest pê kirine' da.    Wezareta Parastina Neteweyî têkildarî rayedarên leşkerî yên amerîkî yên li Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: "Bi şandeya Amerîkayê re xebatên avakirina binesaziya Navenda Tevgera Hevpar dest pê kirine. Damezrandina peywirên krîtîk pêk hatiye. Xebatên ji bo ku bikeve feeliyetê didomin."