Nehiştin li malê jî şîn bê danîn 2019-08-13 17:24:26   AMED - Polisan nehişt malbata Welat Çetîn ku li Geverê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo kurê xwe şîn deyne.    Welat Çetîn di 28'ê Tîrmehê de bi Omer Davûr Orak re li navçeya Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Miduriyeta Polisan a Colemêrgê di 5'ê Tebaxê de li malbata Çetîn a li navçeya Bismil a Amedê geriyabû û xwestibû ku malbata biçe Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs bike. Malbat di heman rojê de çibû Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû. Li gel vê yekê jî cenaze nedabûn malbatê û xwestibûn ku ji testa DNA'yê mînaka xwîna xwe bidin.    DI 4 ROJAN DE TESPÎTA DNA'YÊ KIRIN!   Malbat piştî ku mînaka xwînê dabû vegeriyabû Bismilê. 4 roj piştî dayîna mînaka xwînê, Polis li malbata Çetîn digerin û dibêjin ku testa DNA'yê hatiye û kirin û dikarin cenazeyê xwe bigirin. Li gel ku testa DNA'yê ya gelek kesên bi vî rengî bi salan û mehan nayê kirin jî balkêşe testa DNA'ya Çetîn di rojekê hate kirin.    MALA ŞÎNÊ NEDAN   Malbata Çetîn cenazeyê kurê xwe girt û li Bismilê veşart. Bi hinceta biryara qaymeqamiya Bismilê destûr nehat dayîn ku malbata Çetîn şîna kurê xwe li mala şînê deyne. Li ser vê yekê malbatê xwest şîna kurê xwe li hewşa mala xwe deyne. Polisan bi hinceta ku "propaganda bê kirin" nehişt malbat şîna kurê xwe li hewşa mala xwe jî deyne. Li ser vê yekê malbata Çetîn şîna xwe li hundirê mala xwe danî.