Minareya mizgeftê veguherandin stasyona bazê 2019-08-13 09:08:59 STENBOL - Minareya Mizgefta Kalkandelenê ya li Avcilarê veguharandine stasyona bazê. Niştecîhên taxê ku bi stasyona bazê re dijîn, daxwaz kirin ku stasyona bazê bê rakirin.     Minareya Mizgefta Kalkandelenê ya li kuçeya Tûrnayê ya taxa Denîzkoşklerî ya navçeya Avcilarê ya Stenbolê vefuherandine stasyona bazê. Stasyona ku ji aliyê gelek şîrketên GSM'ê ve hatiye avakirin, ji jeneratorekê hêz digire. Taxa ku qirêja dîmen lê heye, ketiye bin talûkeya radyasyonê.    GILÎ HEYE RAKIRIN TUNEYE   Peywirdarê mizgeftê Osman Yorûlmaz diyar kir ku ji bo rakirina stasyonê ji niştecîhên taxê gelek gilî girtine û wiha got: "Me giliyan bir miftîtiyê û qaymeqamiyê lê çareseriyek nedît. Ji ber ku gelek xesara stasyonê heye niştecîhên taxê dixwazin bê rakirin. Bi taybetî jî bandoreke zêde li belavbûna nexweşiya qanserê dike. Ji ber vê yekê em dixwazin bê rakirin."   PÎVANA RADYASYONÊ NAYÊ KIRIN    Niştecîhê taxê Sûat Yavûz Unsal diyar kir ku rewşê ji Meseya Spî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê re jî ragihandiye û wiha got: "Min ji wan re got ku stasyona bazê talûkeye û ji wan daxwaz kir ku bên taxê pîvana radyasyonê bigirin. Lê nehatin negirtin. Zarokên me di bin vê stasyonê de dilîzin. Siberojê tiştek bê serê wan dê hesabê vê yekê kî bide?"