Guleryuz ê HDP'î: Ewlehiya welat bi aştiyek bi rûmet pêş dikeve 2019-08-13 09:06:42 ÎZMÎR -  Endamê MYK'ê yê HDP'ê Mahfuz Guleryuz, bertek nîşani gotina Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu ya “Em ê Rojhilatê Firatê paqij bikin" da û wiha got: “Ewlehiya Welatê me û Rojhilata Navîn bi aştiyek bi rûmet pêş dikeve."    Endamê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) Ya Partiya Demokratîk a  Gelan (HDP) Mahfuz Guleryuz, bertek nîşanî gotina Wezîrê Karên Derve  Mevlut Çavuşoglu ya “Em ê Rojhilatê Firatê paqij bikin. Tirkiye wê têkeve vir" da û wiha got: "Operasyonên Tirkiye ku di bin navê 'ewlehiyê' de li hundir û derve dike ne nû ne. Piştî Makeqanûna 1924'an û şûnde rengên cuda yên Tirkiye hatin înkarkirin. Li ser Erdnîgariya Anatoliya bi sedan çandên cuda hene. Rêveberiya Komara Tirkiye piştî makeqanûna 1924’an û şûnde, Tirkiye bi polîtîkayên ewlehiyê bi rêve bir. Tirkiye sed salin bi polîtîkayên ewlehiyê tê rêvebirin. Her dem bi kaos û krizan Tirkiye bi rêve dibin. Berê li Anatoliya û Mezopotamya gelek reng, çand û ziman di nava hevde bi aştiyane jiyan. Komara Tirkiye bi îtîfaqa Tirk û Kurdan hat avakirin. Divê li gorî vê stratejiyê gavan bavêjin. Ev yek bi qebûlkirina dewlemendiya gelan, rengê nasname û çandan pêk tê. Bi yekîtiya gelan pêk tê.'    ‘OPERASYON BI XWE RE KRÎZAN AVA DIKE'   Guleryuz, bal kişand ser operasyonên heyî û wiha berdewam kir: "Li vî welatî bi dehan caran li dijî welatiyan operasyon hatin li dar xistin. Em bi hişmendiya ku li dijî welatiyên xwe operasyonan pêk tîne re rû bi rû ne. Operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê wê krîzek nû li Tirkiye zêde bike. Operasyonên hundir û derve ne çareserî ne. Bêtir krîzan zêde dikin. Operasyon krîzên nû ava dike. Ewlehiya Komara Tirkiye bi aytiya bi rûmet pêkan e. Operasyon ne li gorî ewlehî û berjewendiya gelan e."    'OCALAN ÇARESERIYÊ PÊŞNIYAR DIKE'    Guleryuz, herî dawî destnîşan kir ku HDP hem li hurdir û hem jî li derve li dijî operasyonan e û wiha bi dawî kir: “Hewldanên Brêz Ocalan ên ji bo çareseriyê li holê ye. Perspektifên çareseriyê ne tenê ji bo Tirkiye ne. Ji bo Rojhilata Navîn in jî. Ev pêşniyar û perspektifa Ocalan a ji bo gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya çareseriyê ya mînak e. Ev ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo aştî, aramî û ewlehiya gelê Tirkiyeyê ye jî. Ev pêşniyara herî rast û guncav e. Ji bo Tirkiye li Sûriye û Rojhilata Navîn xwe ji Kaosê rizgar bike divê pêşniyarên Brêz Ocalan li ber çavan bigire û li gorî wê gavan bavêje. Pêşniyar û formulê Brêz Ocalan yekane rêya çareserî û ewlehiya gelan e."    MA / Sevda Aydin