Têkildarî Nîhat Hatîpoglû û ATV’ê serlêdana sûc 2019-05-16 13:37:51 STENBOL – Komîsyona Dijberî Cihekarî û Nîjadperestiyê ya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê derbarê Nîhat Hatîpoglû û ATV’ê de serlêdana sûc kir.    Di 12’ê Gulanê de di bernameya fitarê ya ATV’ê ku ji aliyê Nîhat Hatîpoglû ve bi awayekî zindî tê pêşkêşkirin de zarokekî ermenî yê 13 salî ji aliyê Hatîpoglû ve bêyî destûra malbata wî derbasî ola îslamê hatibû kirin.  Komîsyona Dijberî Cihekarî û Nîjadperestiyê ya Şaxa Komelya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji ber vê bûyera bi sosret derbarê Nîhat Hatîpoglû û xwedî û rêveberên televîzyona ATV’ê de serlêdana sûc kir.    Di serlêdana sûc hat diyarkirin ku TCK 115/3 û Xala 9’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin. Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku Hatîpoglû û ATV’ê Peymana Mafê Zarokan bin pê kirine û hat xwestin ku derbarê wan doz bê vekirin.