Li Silopî kal û pîr hatin binçavkirin 2019-02-19 11:11:59   ŞIRNEX - Polîsan serê sibê li navçeya Silopî Abdullah Mete yê 66 salî, Abdullah Eren ê 60 salî û Besna Sakman a 55 salî binçav kirin.    Li navçeya Silopî ya Şirnexê vê serê sibê polîsan ber gelek malan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û hemû eşyayên wan serûbin kirin. Piştî lêgerîna malan hat zanîn ku polîsan Besna Sakman a 55 salî ku kurek wê girtî ye, Abdullah Mete yê 66 salî û Abdullah Eren ê 60 salî binçav kirin.    Hat zanîn ku welatî bi îdaya "Endamên rêxistinê ne" hatine binçavkirin û li birine Miduriyeta Polîsan a Silopî. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.