Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran cara 789’emîn serlêdan kirin 2019-02-12 12:24:04   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re li Îmraliyê hevditin bikin cara 789’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca biçin Îmraliyê û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtin bikin carek din serlêdan kirin. Parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Îbrahim Bilmez û Cengiz Yurekli, bi armanca bi Ocalan re hevdîtinê bikin cara 789’emîn serî li serdozgeriye dan.   Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 788 caran serlêdan kirin, lê serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên “Muxalefeta hewayê heye", “koster xerabe ye," “koster di tamîrê de ye" “OHAL heye” û "Xala 5275'an a der barê tedbîrên ewlehiyê hatin redkirin.