Meclîsa Ciwanên Rezanê: Emê mal bi mal bixebitin 2019-01-12 17:39:48 AMED - Meclîsa Ciwanên Rêxistina HDP’ê ya navçeya Rezanê avakirin xwe îlan kir û hemû ciwan dawetî têkoşîna birêxistin bûyî kir. Ciwanan di daxuyaniya dan de wiha gotin: “Bi zanebûn ciwanên me têkilî sûcan tên kirin. Em ê bal bi mal bigerin û ciwanên xwe ji vê çiravê derbixin.”   Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya navçeya Rezan a Amedê, li Salona Konferansê ya Şerzan Kurt a avahiya partiyê bi daxuyaniyekê avakirina xwe îlan kir. Parlemetnera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û gelek ciwan beşdarî daxuyaniya ciwanan bûn. Posterê Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 66 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, bi salan konferansê ve hatibû kirin.     'GELÊ ME BI POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ YE'   Deklerasyona meclîsê ya bi Kurd Dîlan Bîlbîk û ya Tirkî jî Husamettîn Tanrikûlû xwendin. Ciwanan di daxuyaniya dan de wiha gotin: “Li Welat û herêmê pêvajoyek tije tê jiyîn. Gelê me û ciwanên me bi polîtîkayên qirkirinê û konsepteke şer re rû bir û ne. Her ku diçe tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdetir dibe. Ev rewş dibe sedem ku li girtîgehan girtiyên siyasî bendana xwe ji birçîbûnê re razînin. Ji bo ku ev bê derbas kirin divê tecrîd rabe. Îro li ser ciwanên me polîtîkayên tiryak, fihûş û sîxûrtiyê tên meşandin. Dixwazin bi van polîtîyan ciwanan ji civakê qût bikin. Lê em ciwan emê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Emê mal bi mal bigerin û ciwanên xwe ji vê çiravê rizgar bikin. Li dijî van hemûyan me Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Rezane avakir û em li vê derê îlan dikin.”    Piştî îlankirina meclîsê, lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş lîstika “Dawiya Dawî” lîst û daxuyaniya ciwana bi lêxistina erbanê û starên hatin gotin bi dawî bû.