Li Wanê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê panelê pêk bînin 2019-01-12 11:57:17   WAN - Rexistina HDP'ê ya Wanê, dê sibê têkildardî çalakiyên greva birçîbûnê panela bi navê "Li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê û ji duh heta îro greva birçîbûnê" pêk bînin.    Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, dê sibê têkildardî çalakiyên greva birçîbûnê panela bi navê "Li Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê û ji duh heta îro greva birçîbûnê" pêk bînin. HDP, dê li salona Dahwetê ya Royal (Şamdan a Berê) panelê pêk bîne. Hevşaredara Artemêtê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Rojbin Sevil Çetin dê panelê pêşkêş bike. Doktor Zeki Gul, Prz. Faik Ozgur Erol û aktivista Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kava dê wekî panelîst tev li panelê bibin. Panelîst Dê li ser rewşa demokrasiyê ya Tirkiye û çalakiyên girevê yên li Tirkiye niqaş bikin. HDP'ê bang li her kesî kir ku tev li panelê bibin. Panel dê sibê saet di 12.00'an de li Salona Dahwetê ya Royal (Şamdan a berê) pêk bê.