Jina 60 salî bi sedema medya civakî hat binçavkirin 2018-12-06 16:32:27   ÎZMÎR – Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê Necah Berge ya 60 salî bi hêceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.    Li Semta Kadîfekale ya navçeya Konaka Îzmîrê polîsan serê sibê bi ser mala Necah Berge a 60 salî de girt û ew binçav kir. Necah Berge beriya 6 mehan bi boneya li Swêdê rûniştin ne girtiye vegeriya Tirkiyeyê û hat zanîn Berge li mala xwişka xwe Nebîha Demîr dima. Di serdegirtinê de polîsan dest danî ser gelek amûrên elektronîk û Berge birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê. Hat zanîn ku Berge bi hêceta parvekirinên medya civakî hatiye binçavkirin.    Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan Berge sewqî dadgehê hat kirin.