Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye 2018-11-18 16:33:15   BÛRSA - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di kongreya HDP'e ya Bûrsayê de diyar kir ku tecrîd li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin û wiha got: "Çawa ku em dê li Amed û Wanê şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxin, li her dera Tirkiyeyê jî, ji bo em îktîdarê paşve bikişînin em dê yekîtiya hêzan ava bikin. Em dê bi hevre vê rêya hatiye xetimandin vekin."     Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê 2’emîn Kongreya xwe ya  Awarte li Salona Dawetê ya Îmza ya Navçeya Yildirimê pêk anî. Li salonê pankartên “Em ji Faşizmê re dibêjin raweste, em bi rêxistinbûnê dimeşin azadiyê", "Wekîlên girtî vîna me ne" vekirin û dowîzên “Em bi keda xwe bi hêz dikin û bi rêxistinbûnê xwe azad dikin" vekirin û alên HDP'ê rakirin. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç û gelek welatî ji amade bûn. Kongre bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir.    ‘EMÊ DI VÊ RÊYÊ DE TEKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'    Ewil Hevseroka HDP'ê ya Bûrsayê Fîlîz Ejderoglu diyar kir ku her yek ji qadekê hatine livir kom bûne û bi hevre dimeşin û wiha got: "Heta ku ji destê me tê em dê projeya HDP'ê mezin bikin. Em kesên ji demokrasî, aştî û azadiyê bawer dikin û ji bo vê baweriyê têdikoşin. Bêyî ku em rê bidin faşizmê em ê vê meşa xwe berdewam bikin. Em dê vê ala destê xwe dewrî hevalên xwe yên nû bikin. Em dê bi hevre vê rêyê berdewam bikin."     Rêvebera HDP'ê yê Bûrsayê Yuksel Akın jî anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe li derên cuda û qadên cuda berdewam bikin û wiha got: "Hêj komkujiya Pirsûsê li ber çavê me ye. Wekîlên me hatin girtin. Ji bo em têkoşîna hevalên xwe yên hatin qetilkirin bidomînin em dê di vê rêyê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Di 2 salên dawî de zêdeyî 300 hevalên me hatin girtin. Em dê têkoşîna wan berdewam bikin. Di serî de heta em Birêz Ocalan û hemû hilbijêr û siyasetmedarên xwe azad bikin divê em rexnedana xwe bidin. Em dê di demên pêş de jî li dijî pergala yek zilamî rêxistinbûna xwe xurt bikin û dîwar lipêş ava bikin. Em dê vê erka xwe pêk bînin. Em dê bi hevre xwe bihêz û mezin bikin."    TEMELÎ: BI BEDENA XWE TECRÎDÊ ÎTÎRAZ DIKE   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wiha got: "Têkoşînek wisa bi biryar e li ku dibe bila bibe didome. Li derve li hundir li her derê didome. Em dê heta dawî bi ser faşistan ve bimeşin. Li vir wêneyên hevalên me hene. Yekî-ê jî serî netewand. Hemû ji bo me bûn mînak. Bûn pêşeng. Wekî Leyla Guven. Ez li vir heskirin û silavên xwe ji Leyla re dişînim.  Wekîla me Leyla Guven niha girtî ye. Îktîdar qanûnên xwe û qanûna 12'ê îlonê jî îhlal dike. Ji ber ku derdê wê HDP ye. Kî azadî, demokrasî, mafên mirovan û aştiyê bixwaze dike hedefa xwe. Kî bi HDP'ê re bên cem hev dibe hedef. Lê çi bikin bila bikin HDP bi biryar e. Dê têkoşîna xwe berdewam bike. Kî vegerin jî, em ji vê rêyê venagerin. Leyla Guven jî vê peyamê dide Dibêje 'Ez ne ji bo azadiya xwe, vê yekê ji bo xwehbiratiya gelên Tirkiye, aştiyê û azadiyagelê kurd dikim. Dibêje rêya aştî, demokrasî û azadiya gelên Tirkiye di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd bêşikandin.' Ji bo yên fam dikin bi bedena xwe li dijî tecridê li ber xwe dide. Têkoşîna Leyla Guven ji bo me hemûyan mînak e. Têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasiyê ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrîda li ser hemû gelê Tirkiye tê meşandin. Ne tenê gelê Kurd, divê gelê Tirkiye jî qîmetê bidin vê çalakiya Guven. Ger ku em di têkoşina demokrasiyê de nebin yek, dê îktîdar hemû mafê me binpê bike û ji destê me derxe. Dê hemû welat bike girtîgeh. Ji ber vê yekê em dibêjin li dijî faşîzmê mil bidin mil. Di hilbijartiya rêveberiyên herêmî de ji bo demokrasî pêş bikeve itîfaqa gelan girîng e. Em dê îtîfaqa gelan, kedkaran, jinan û hemû kesên aştî û demokrakrasiyê dixwazin ava bikin. Em dikarin vê yekê bi ser bixin. Ne tenê ji bo hilbijartina rêveberiyen herêmî, ji bo pêşeroja Tirkiye ev îtîfaqa gelan, jin û ciwanan û kedê girîng e. Me di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tevî hemû beng, listik û hîleyên wan bend bi serê wan de hilweşand. Em dê di hilbijartina 31'ê Adarê de jî dîsa heman serkeftinê bi dest bixin.  Çawa ku di hilbijartina 24'ê hezîranê de me gavek mezin avêt. Em dê di 31'ê Adarê de jî gavek mezin bavêjin. Em de berî her tiştî qeyûman paqij bikin. Qeyûm talanî, nelirêtî û dizî ye. Mînakê vê yekê li Wan, Êlih, Silopî, Amedê û Sêrtê li ber çavan in.    TÊKOŞÎNA HDP'Ê TEKOŞÎNA HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE   Divê em hemû milê xwe bidin hev. Em dê biçin li deriyê hemû malan bidin. Em dê bang li her kesî bikin ku xwe bi xwe bi rêve bibin. Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê divê her kes milê xwe bide hev û 7-24 saet bixebite û xwe bi rêxistin bikin. Em ji niha de bi biryar û amade ne. Herî her tiştî pêdiviya Tirkiye bi yekitiya gelan heye. Hemû kesên aştî û demokrakiyê dixwazin divê milê xwe bidin hev. Çawa ku em dê Amed u Wanê ji destê qeyûnan derxin, divê em li her dera Tirkiye ji bo vê  îktîdarê lawaz bikin u paşve bixin divê em yekîtiya hêzê avabikin. Divê em tifaqa yekîtiya hêzê ava bikin. Ji ber ku HDP hêvî, bawerîe û partiya gelan e. Têkoşîna HDP'ê têkoşîna hemû gelan e. Werin em bi hevre di bin baneyên HDP'ê de bi hevre têkibikoşin."    Piştî axaftina Temelî û xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Hevserokên HDP'ê yên Bûrsayê Mehmet Resul Baykara û Serpil Yildiz hatin hilbijratin.