Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye 2018-10-12 10:55:39   AMED – Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona li Amedê de hat binçavkirin, di bin çavan de krîza dil derbas kiribû û rakiribûn nexweşxaneyê. Aydogdu, hêj li beşa nerîza zêde tê ragirtin.    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajarên ku navenda wê Amedê bû operasyon pêk hat û zêdeyî 100 siyasetmedar, rewşenbir, rojnameger û nûnerên sazîyên demokratîk hatin binçavkirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hilmî Aydogu jî hat binçavkirin û di bin çavan de krîza dil derbas kir. Aydogdu ku rakirin nexweşxaneyê, hêj li beşa venêrtina zêde tê ragirtin. Aydogdu piştî emeliyata anjiyo kirine, bi sedema ku îhtîmala dîsa krîza dil derbas bike hêj li nexweşxaneyê tê razandin û li beşa venêrtina zêde tê girtin.