Êrîş li dijî Midûryeta Polîsan a Mehsertê pêk hat 2018-08-18 17:36:53   MÊRDÎN - Êrîşa bi roket li dijî Midûryeta Polîsan a Navçeya Mehsertê pêk hat. Hat diyar kirin ku di êrîşê de tiştek bi kesekê nehatiye û piştî êrîşê li herêma nêzî Midûryeta Polîsan operayonê destpê kir.     Di saetên serê sibê de, êrîşa bi roket li dijî Midûryeta Polîsan a navçeya Mehsertê ya Mêrdînê pêk hat. Hat diyar kirin ku  di êrîşê de tiştek bi kesekê nehatiye û piştî êrîşê li herêma nêzî Midûryeta Polîsan operayona leşkerî hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku 2 wesayîtên li baxçeyê Midûyeta Polîsan zirar dîtin.     Midûrheta Polîsan û qeymeqamê navçeya Mehsertê heya niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.