ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-13 09:03:14   * Hevserokê Giştî yê DAD'ê Zeynel Kete diyar kir ku bi civîna Îmraliyê re dewletê muxatab fermî kiriye û ji bo ku pêvajo pêş bikeve divê gavên qanûnî yên berbiçav bên avêtin.   * Sînemahezên ku Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ji nêz ve şopandin, diyar kirin ku ew dixwazin festîvalên bi vî rengî bêtir li Amedê bên lidarxistin.   * Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku wan der barê doza Rojîn Kabaîş de bi zanîngeheke taybet re têkilî danîye û ji wan xwestiye ku raporeke alternatîf amade bikin û ev rapor dê di dozê de rênîşander be.   * Xizmên girtiyan û malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Bêyî azadiya Abdullah Ocalan rê li ber aştiyê venabe."   * Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, didome.   * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina kiryaran dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. (12.00)   * Xizmên windayan dê li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin. (12.00)   * ÎHD û xizmên girtiyên nexweş dê li Enqere û Stenbolê çalakiyên xwe yên ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bidomînin. (13.00)