ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-12 09:00:09   * Girtiyê bi navê Burak Buyukkaya ku binpêkirinên li Girtîgeha Dûmlû ya Hejmar 2 ragihand, diyar kir ku nameyeke ku jê re hatiye şandin hatiye sansûrkirin û got: "Tenê rêza 'li xwe miqatebe heval' li ser rûpelê maye; yên mayî jî hatine xêzkirin. Bê guman, ev ne cara yekem e."   * Dayikên Aştiyê, îşaret bi israra xwe ya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kirin û diyar kirin ku divê azadiya wî ya fizîkî demildest were misogerkirin.   * Endamên TJA, DEM Partî û Platforma Şiyar Be ku ji bo meşa girseyî ya ku dê di 14'ê Kanûnê de li Licê were lidarxistin, banga beşdarbûnê kirin, gotin ku beşdarbûna meşê dê bersiveke xurt li dijî polîtîkayên şerê taybet be.   * Derhênerê fîlman Mîral Kilo yê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi fîlma xwe ya "Li Baxçeyê Me Dareke Zeytûnê Hebû" bal kişand ser koçberiya Kurdan a li Efrînê û got: "Werin em têbikoşin da ku Efrîn, bajarê şaxê zeytûnê, bibe sembola aştiyê, bibe bajarê aştiyê."   * Parêzer û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nûrettin Taniş, behsa pêvajoya ku der barê pirsgirêka Kurd de hatiye destpêkirin kir û got: "Ji bo ku pêvajo pêş bikeve, divê dewlet gavên berbiçav bavêje."   * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ÎHD'ê Hakki Demir diyar kir ku her çend hawîrdorek bê pevçûn girîng be jî, bicihanîna maf û azadiyên bingehîn ji bo aştiyeke mayînde girîng e û got: "Tirkiyeyek ku bi Kurdan re aştiyê bike dê li Rojhilata Navînê bibe welatekî rêzdartir."   * Derhêner Devrîm Tekînoglû ku bi belgefîlma xwe ya "Ra" bal kişand ser asîmîlekirina baweriya Elewiyan, got ku hewl tê dayîn ku baweriya ku gelê Dêrsimê bi baweriyeke din were guhertin.   *Li Efrînê avaniya di bin banê Tirkiyeyê de ya ji bo xebatên girtîgehan û sîxuriyê didome û ligel vê dema peymana 10'ê Adarê ku xala "misogerkirina vegera ewle ya kesên koçber" jî di nav de ye, li ber bidawîbûnê ye.   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin dê were şopandin.    * TUMBEL-SEN dê 2'yemîn Sempozyuma Rêveberiyên Xwecihî, Ked û Demokrasiyê li hotêleke Enqereyê li dar bixe. (09.30-17.30)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê li navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şirnexê "Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk" li dar bixe. (10.00-17.00)   * DEM Partî dê starta meşa ku dê ji çar aliyan ve bi daxwaza "Budçeya ji bo ked û aştiyê" li dar bixe, bide. (10.00-18.00) ZINDÎ 10.30-11.00   * 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî dê bidome. (10.00-21.00)   * Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya DEVA'yê Alî Babacan re hevdîtinê bike. (11.00-14.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Enqereyê dê rapora xwe ya sala 2025'an a Girtîgehên Anatoliyaya Navîn aşkera bike. (12.00)   * Wekîlên DEM Partiyê dê di Lijneya Giştî ya Meclisê de têkildarî budçeyên Wezareta Ciwan û Werzîşê û Wezareta Çand û Turîzmê biaxivin. (12.00-14.00)   * Şaxa ÎHD'a Mêrsînê dê dê rapora xwe ya 6 mehên dawî ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li avahiya şaxê aşkera bike. (12.30)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê li Êlihê bi gel re civînê li dar bixe. (13.00)