Malbatên Roboskiyê: Ji dêvla ku berpirsiyar bên cezakirin tên xelatkirin 2018-07-12 19:16:37       ŞIRNEX – Malbatên Roboskiyê di hefteya 341'emîn a lêgerîna ji bo edaletê de, bertek nîşanî Orgeneral Yaşar Gulerê ku bû Serfermandarê Giştî dan. Guler serokê civîna liv û tevgera hewayî bû ku ev tevgera hewayî bû sedema komkujiyê.    Malbatên Robsokiyê ku li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê di bombebarana balafirên şerî de 34 xizmên wan hatin kuştin, di hefteya 341'emîn ya ji bo lêgerîna edaletê de li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev. Malbatan li ser gorê wêneyên xizmên xwe hilgirtin û li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da.    Encu bertek nîşanî biryara ku ji bo bûyera li Somayê da ku di sala 2014'an de 301 madenvan jiyana xwe ji dest dabûn û got: "Daraza ku kiryarên Komkujiya Roboskiyê diparêze, di Doza Komkujiya Somayê de jî bi cezayên wekî 'xelatan' careke din wijdanê malbatan û civakê êşandiye. Em vê biryarê şermezar dikin."    Encu bal kişand ser bûyera tirênê jî ku li navçeua Çorlû ya Tekirdagê qewimî û 24 kes mirin.    Encu, bilêv kir ku piştî komkujiyan berpirsiyar îstifa nekirine û nehatine darizandin û got: "Wekî bûyera tirênê ya li tekirdagê, hîn jî berpirsiyar îstifa nekirine. Ji dêvla serekê xeleka îhmalan bê darizandin û cezakirin, tên terfîkirin. Tên xelatkirin. Êvara ku Komkujiya Roboskiyê çêbû, beriya bombeberanê bi 2 saetan Orgeneral Yaşar Guler li Navenda Şopandinê ya Serfermandiya Giştî li dîmenên Heronan temaşe dike û biryara tevgerê dide. Lê belê niha Guler bû Serfermandarê Giştî."    Encu, destnîşan kir ku heta polîtîkayên necezakirinê bi dawî nebin ew ê bitêkoşin.