Endama SES’ê ya ducanî û nexweşa dil 2 rojin dibin çavan de ye 2018-07-12 12:19:45   MÊRSÎN - Endama SES’ê ya 3 meh ducanî û nexweşa dil Zelîha Yaman Yavuklu 2 rojin dibin çavan de ye.    Li Mêrsînê, polîsan duh serê sibê bi ser mala endama Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Zelîha Yaman Yavuklu de girtin û binçav kirin. Lêpirsîna Yavuklu ya li Şaxa TEM’ê ya Mêrsînê berdewam dike.   Yavuklu ya hat binçavkirin berî 5 salan di Şaxa SES’ê ya Sêrtê de dixebitî û hat diyar kirin ji ber vê sedemê hatiye binçavkirin. Yavuklu ya 3 meh ducanî û nexweşa dil ev du rojin li Şaxa TEM’ê tê girtin.     Malbata Yavuklu, xwest demildest bê berdan.