4’emîn danişîna ‘doza panzêrê’ ya li Sîlopî dest pê kir 2018-07-12 11:56:00   ŞIRNEX - 4'emîn danişîna doza derbarê 2 polîsên, li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, panzêr li xaniyê malbata Yildirim qelibandin û du birayên hev ên malbata Yildirim kuştin, dest pê kir.   Di 3'yê Gulana 2017'an de li Taxa Karşiyakayê ya navçeya Silopiya Şirnexê, polîsan bi panzerê di nîveka şevê de, li xaniyê malbata Yildirim qeliband û panzêr ket hundirê xanî. Di bûyerê de du biyarên hev Furkan ê 6 salî û Muhammedê 7 ê salî di bin panzêrê de hiştin û qetil kirin. 4'emîn danişina doza der barê polîsê ajokar Omer Yegît û amîrê wî Murat Maden de li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hatibû vekirin, dest pê kir.    Gelek parêzer di danişîna dest pê kir de amade bûn û dozê ji nêz de dişopîn in.