4 welatî li Efrînê hatin revandin 2018-07-12 10:58:07 EFRÎN - Li Efrînê 4 sivîl ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin Çavkaniyekî ji gundê Mosaka yê girêdayî herêma Raco ya kantona Efrînê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî TSK'ê 2 roj berê 4 welatiyên gund revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin. Li gorî çavkaniyan, kesên hatine revandin; Seyîd Hisên Mûsa (60), Xalid Hisên Mustefa (47), Enwer Elî Muslim (26) û Selah Elî Betal (23). Çavkaniyî diyar kir ku komên çekdar ên girêdayî TSK'ê piştî Xalid Hisên Mustefa revandin erebeya wî birin. Komên çekdar şevê din li gundê Sariya yê navçeya Mabata malên şêniyêna, avahî û kargehan şewitandibûn.