Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê 2025-12-03 09:50:30   ÎZMÎR - Ozlem Tosûn, xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ku dema li Esenyûrtê diçû mala xwe bi êrişekê re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser kêmasiyên di dosyeya lêpirsînê de û got: "Em dixwazin edalet pêk were."   Ekolojîst/rojnamevan Hakan Tosûn di şeva 11'ê Cotmehê de li navçeya Esenyûrt a Stenbolê dema ku vedigeriya malê bi êrişekê re rû bi rû ma. Malbat û hevalên wî du rojan tu agahî jê negirtin. Di 13'ê Cotmehê de, hat hînbûn ku Tosûn li Nexweşxaneya Çam û Sakurayê ye û ji ber êrişê xwîn rijiyaye ser mejiyê wî. Her wiha di 13'ê Cotmehê de, hat hînbûn ku Tosûn miriye. Piştî derketina dîmenên êrişa li ser Tosûn, Midûriyeta Polîsan a Stenbolê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku êrişkar A.M. (18) û A.Ş. (24) hatine binçavkirin. Malbat, parêzer û hevalên wî destnîşan kirin ku dosyeya dozê baş nehatiye lêkolînkirin.    Xwişk Ozlem Tosûnê der barê îhmalkariya di dosyeyê de axivî.    Ozlem Tosûnê anî ziman ku birayê wê Hakan Tosûn cara yekem di 18 saliya xwe de kamera hildaye û got: "Wî wê demê dest bi xebata li ser nûçeyên jîngehê kir. Ji sala 1993'yan ve wî kamera danenî. Hakan nûçeyên jîngehê dişopand. Bi rastî, Hakan her kesê ku dixwest were bihîstin û dîtin dişopand. Hakan li her derê bû. Wî bi rastî ev yek bi dil û can dikir. Nûçegihanek nûçeyên xwe pêşkêş dike û nîşan dide, lê wî ew di hundurê xwe de jiya. Wî ji vî karî kêfxweşiyeke mezin digirt. Wî ew bi fedakariyeke mezin dikir."    'EM DIXWAZIN EDALET PÊ BÊ'   Ozlem Tosûnê destnîşan kir ku ji dema windakirina Hakan Tosûn ve ew ji bo pêvajiya hiqûqî têdikoşin û got: "Pêvajoya li nexweşxaneyê ya piştî bûyerê, dernegxistina tespîtkirina nasnameyê û bi derengî mudaxile… Piştre, raya giştî pirsî, 'Çi bi Hakan hat?' û me karî hîn bibin ku ew li nexweşxaneyê ye. Heta ku me ew agahî wergirt, demek dirêj derbas bûbû. Me di pêvajoya piştre de gelek pirsgirêk dîtin. Hakan heta piştî çûyîna xwe jî têkoşîna xwe domand û bû donorê organan. Heta derketina Hakan ji nexweşxaneyê piştî bexşandina organan jî bi pirsgirêk bû. Gihiştina wî ji bo tiba edlî dereng ma. Mudaxile bi derengî hat kirin. Lêkolîna li cihê sûc tune bû. Gelek îhmalkarî hebûn, wekî nebûna diyalogê di navbera polîs û malbatê de, telefonkirina du kesên ku niha di bin çavan de ne ji bo îfadeyê û nebûna tu tevdîrek der barê kesê sêyemîn de. Ev bi rastî me xemgîn dike û em dixwazin edalet were bicîhanîn, sûcdar cezayê pêwîst bistînin û em dixwazin bizanin çima Hakan hatiye kuştin."