Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê 2025-03-11 13:03:03 ENQERE - Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê jî di nav de bi daxwaza rakirina parêzbendiyan, der heqê 9 parlamenteran de ji Meclisê re fezleke hatin şandin.  Parlamenterên DEM Partî û CHP’ê jî di nav de bi daxwaza rakirina parêzbendiyan, der heqê 9 parlamenteran de ji Meclisê re fezleke hatin şandin. Dosyayên ku fezlekeyên 6 parlamenterên DEM Partiyî jî di nav de ne, ji Komîsyona Têkel re ku di bin sîwana Komîsyona Edalet û Destûra Bingehîn de ye, hatin şandin.    Navên wekîlên der heqê wan de fezleke hatine amadekirin ev in: “Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû, Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag, Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Parlamenterê serbixwe yê Edîrneyê Edîz Un, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Cemal Engînyurt û Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Ahmet Tuncay Ozkan.”