‘Ku mirov dayika aştiyê be ne sûc e’ 2018-06-14 12:41:47   MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Halîme Işik a ji binçavan hat berdan got: “Dayikbûna aştiyê ne sûc e.”    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Işik a 59 salî di 7’ê hezîranê de li navçeya Artuklu di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û piştî îfadeyên wê bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hatin girtin berdan.    ‘DAYIKBÛNA AŞTIYÊ SÛC E GELO’     Işik wiha bertek nîşanî helwesta li dijî aştîxwaziyê da: “Tenê sûcê min ew e ku ez dayika aştiyê me. Dema min binçavkirin ez bi rojî bûm. Tu sûcekî min nîne. Li gel ez nexweşbûm jî tadeyê li min kirin. Zext li min nekirin lê tenduristiya min ne baş bû. Tenê min nexwestiye ku mirov bên kuştin. Ez ji wan dipirsim dayikbûna aştiyê sûc e gelo? Binçavkirin û girtina dayikên aştiyê ne çareserî ye. Divê êdî aştî pêk were. Her me bi çi jî sûcdar bikin, em dest ji têkoşîna xwe ya aştiyê bernedin.”