Ji partiyên siyasî banga 17’ê Hezîranê: Werin em mil bidin milê HDP’ê 2018-06-14 12:02:11   STENBOL – Partiyên siyasî ji bo mitînga HDP’ê ya dê di 17’ê hezîranê de li dar bixe bang kirin û gotin ew mil didin milê HDP’ê û wê bi HDP’ê re bin.    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di çarçoveya kampanya hilbijartinê de wê di 17’ê Hezîranê de saet di 17.00’an de li Bazara Gel a Bakirkoyê  bi dirûşmeya “Em ji bo jiyanek bê şer û bê mêtinger tên cem hev” li dar dixe. Partiyên siyasî banga tev li bûna mitînga HDP’ê kirin.    SONMEZ: EM BIL BIDIN MILÊ HDP’Ê    Hevserokê Giştî yê Partiya Kesk û Siberoja Çep Nacî Sonmez destnîşan kir ku wê piştî salên dirêj yekemîn car rêveberiya Tirkiyeyê bê guhertin û got: “HDP partiyek krîtîk a Tirkiyeyê. Dixwazin em ên ku li derdora HDP’ê bûne xelek me tasfiye bikin û ji siyasetê dûr bixin. Divê hem gelê me û hem jî azadîxwaz, aştîxwaz û demokrasîxwaz mil bidin milê HDP’ê û em hêza xwe ya hevgirtinê ava bikin. Ji ber xatirê vê yekê ez banga beşdariya mitînga Stenbolê li tevahiya gel dikim.”    UZUN: LI DIJÎ YEK ZILAMTIYÊ EM TEV LI MITÎNGÊ BIBIN    Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkar Sîbel Uzun jî banga tev li bûna mitîngê li hemû derdoran kir û got: Em ê li dijî rejîma yek zilamî tev li mitîngê bibin.”    GURKAN: JI BO DEMOKRASIYÊ BIHERIKIN    Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî da zanîn ku ji bo ew hêz bidin demorkasî, aştî û azadiyê dê biherikin qada mitînga Stenbolê û banga beşdariya mitîngê li her aliyan kir û xwest her kes demokrasiyê qîr bike.