Temellî: Em ê Demîrtaş jî , Fîgen jî û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin 2018-05-27 19:28:04   STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku ew ji bo aştî û demokrasiyê amadekariyê dikin û got: "Em ê di 24'ê Hezîranê de bibin kevir û li serê wan bikevin. Ev kevir Demîrtaşe. Em ê Demîrtaş jî, Fîgen jî û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin."   Hevserokê Giştî yê HDP’ê  Sezaî Temellî di çarçoweya xebatên hilbijartinê de tevlî bernameya vekirina bûroya hilbijartinê ya Esenyûrta Stenbolê bû. Bi hezaran kes tevlî bernameya li taxa Fatîhê bû. Temellî bi Kurdî û Tirkî gel silav kir û got AKP’ê tenê şer û zilm kir. Bêedaletiyê berdewam dike. Heta 24’ê Hezîranê li her devera Tirkiyeyê, mal bi mal em ê vê bêdadiyê vebêjin. Em ê dawî li astengiyên li pêş aştiyê bînin. Werin em mil bidin milê hev û ji vê deshilatdariyê rizgar bibin. Em hesabên wan ên 25’ê Hezîranê têk bibin. Em ê 24’ê Hezîranê ne bi 80 lê bi 180 parlamenteran biçin Meclîsê. 25’ê Hezîranê her kes wê govenda aştiyê bigerîne. Ji niha de em amadekariyên aştî û demokrasiyê dikin. Emê di 24'ê Hezîranê de  bibin kevir û li serê wan bikevin. Ev kevir Demîrtaşe. Em ê Demîrtaş jî, Fîgen jî  û Sebahat jî ji girtîgehan derbixin.’’   ‘ÊDÎ TU KURD DENGÊN XWE NADIN AKP’Ê’   Temelî di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: "Kanên vî welatî hemû kirin şer. Esnaf ji birçîna dimirin. Her roj jin tên kuştin. Ciwan bêkarin.  Em ê dawî li vê bêdadiyê bînin. Em partiya Tirkiyeyê ne. Selahattîn Demîrtaş namzetê Tirkiyê ye. HDP partiya Tirkiyê ye. 24’ê Hezîranê tu Kurd dê dengên xwe nedin AKP’ê. Em ê 24’ê mehê AKP’ê di sendoqan de veşêrin. Gelê Efrînê dê vegere ser cih û warên xwe. Dê mifteyên qesrê têxin bin paspasê. Em ê jiyana nû ava bikin û bi ser bikevin.’’   Temellî piştre çû bernameya vekirina bûroyên hilbijartinê yên Başakşehîr û Bagcilarê yên Stenbolê.