HDP li Meletiyê bi biryar e 7'ê Hezîranê derbas bike 2018-05-27 12:09:18   MELETÎ - Rêxistina HDP'ê û hilbijêrên HDP'ê yên Meletiyê bi biryar in di 24'ê Hezîranê de 7'ê Hezîranê derbas bike û bêtir dengan bistîne.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meletiyê xebatên hilbijartinê bi coşek mezin berdewam dike. Li aliyeki belavokan belav dikin, aliyê din welatiyan û esnafan ziyaret dikin. Namzetên HDP'ê li kolana Emeksizê belavok belav kirin û li taxa Cemal Gursel a navçeya Yeşilyurtê ya Meletiyê bi gel re hatin cem hev. Li vir piştî belavok belav kirin û gel ziyaret kirin, Namzetên HDP'ê Mehmet Tuncel, Kemal Gedîk û Jiyan Taş, axaftin kirin û li ser girîngiya hilbijartinê rawestiyan.    Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perihan Yucekaya di ziyareta gel a Taxa Cemal Gursel de diyar kir ku HDP li Rojhilata Navîn bûye hevî û wekî gloka berfê mezin dibe. Namzeta HDP'ê ya Meletiyê Jiyan Taş jî diyar kir ku ew partiya jin û ciwanan in û wiha got: "Em li dijî rejîma yek mirov demokrasî û azadiya pirnasnameyan diparezin. Pir bawerî û pirçandî diparezin. HDP li dijî kedxwariyê mafê ked û mafê jin û ciwanan diparêze. Ji ber vê yekê dengekî xwe bidin HDP’ê û dengekî bidin Demirtaş."