'Şer, krîz û hilbijartin dibe sedema rûxandinê’ 2018-05-27 09:12:41   DERSIM – Derûnas Ozkan Uc, destnîşan kir ku şer, krîza aborî û hilbijartina ku ji ber polîtîkayên îtifaqa AKP-MHP’ê rû dan derûniya civakiyî rûxandiye. Uc, anî ziman ku ji bo dawî li van tavmayan bê, divê aştiya civakiyî pêk bê û pergal biguhere.    Li Tirkiyeyê ji krîza aborî bigire heta rageşiya di nav civakê de gelek tişt bi hev re rû didin. Her wiha piştî ku îtifaqa AKP-MHP’ê briyara hilbijartina zordest da, ev yek aloziya di nav civakê de kûrtir kir. Derûnas Ozkan Uc, bandorên ku ji ber van rewşan rû didin nirxand.    ‘QIRKIRIN BÛ SEDEMA TRAVMAYÊN CIDÎ’    Uc, diyar kir ku li Tirkiyeyê gelek gel hene û dem bi dem ev gel li be rhev radibin û ev yek dibe sedema travmayên dijwar. Ozkan, anî ziman ku got ji vana ya herî girîng jî Komkujiya Ermenan a 1915’an e û ji wê rojê ve komkujî didomin. Uc, bilêv kir ku ev travma bi demê re vediguherin polîtîkayên dijminahiyê. Uc, destnîşan kir ku jehrkujiya van polîtîkayan jî pêkanîna aştiya civakî, aramî û dilnizmî ye.    Uc, anî ziman ku divê gel bên cev hev û guhdariya hevdu bikin, lê belê ji bo pêkanîna vê yekê bi awayekî cidî astengiyên siyasî hene. Uc, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaset adi rewacê de ew e ku gelan bera hevdu bidin. Uc, got loma di dîroka Tirkiyeyê de tim travma hene.    Her wiha Uc, diyar kir ku di warê derûnî de bi awayekî zêde ferq di navbera pêvajoya çareseriya demokratîk û pêvajiya niha de hene. Uc anî ziman ku di pêvajoya çareseriyê dedepresyon, xirabûna nevrotîk û hwd. ji 10 kesan li 2 kesan dihat dîtin û wê demê psîkiyatrîstan rojê li 2 nexweşan dineri, lê niha herî kêm li 30 nexweşî dinerin.    ‘LI TIRKIYEYÊ RÛXANDINEKE DERÛNÎ HEYE’    Uc, anî ziman ku şer bûye sedema vê dîmenê û got: “Li Tirkiyeyê dîmena mirinê, reşbîniyê hye. Li Tirkiyeyê rûxandineke derûnî heye. Welat nebaş tê birêvebirin. Şer, krîza aborî û hilbijartinê vê yekê kûrtir dike. Ji bo ev yek ji holê rabe, demildest divê pergal biguhere. Ji bo pêkanîna aştiya civakî divê liv û tevger rû bidin. Ya derûniya Tirkiyeyê diguherîne ne hilbijartin in, aştiya gelan e. Kî tê serî bila bê, eger dixwaze rewşa welat baş bikeî divê vê yekê pêk bîne.”