Li Serhedê vekirina buroyan veguherî pîrozbahiyên bi coş 2018-05-17 16:29:55   WAN / AGIRÎ – Rêxistinên HDP’ê yên Wan û Agiriyê li navçeyan buroyên hilbijartinê vekir. Vekirina buroyan veguherî pîrozbahiyên bi coş.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wan û Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de xebatên xwe  didomîne. Li navçeyên Erdîş û Ebexê yên Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê buroyên hilbijartinê hatin vekirin.    ERDÎŞ    HDP’a Wanê piştî vekirina buroyên navçeyên Rêya Armûşê, Tuşba, Qelqelî û Serayê îro jî buroya hilbijartinê ya Erdîşê vekir. Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan û heyeta pê re tev li vekirina buroyê bûn. Karwanê wesayîta HDP’yan di têketina navçeyê de ji aliyê gel ve hat pêşwazîkirin. Heyet pişt re derbasî ber buroyê bû û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Ji heft salî heta heftê saliyan welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.    Parlamenter Atalan di vekirina buroyê de axivî û got ku heke ev zext û zordarî li ser kî bihata meşandin niha ew hemû tar û mar bûbûn û banga seferberiya xebatê li Erdîşiyan kir da ku HDP serkeftinek mezin bi dest bixe.    EBEX    Atalan û heyeta li gel wî pişt re derbasî navçeya Ebexê bûn. Ji aliyê bi sedan welatî û wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwaziyê li navçeyê bi karwanê wesayîtan tûr kirin. Piştî gerê heyet û gel hatin ber buroya hilbijartinê û buroya hilbijartinê vekirin.    BAZÎD    HDP’a Agiriyê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê buorya hilbijartinê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan û hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyê tev li merasîmê bûn. Ji navenda navçeyê gel û HDP’î bi berzkirina sloganan heta navnîşana buroyê ya li Kolana Îsmaîl Beçîkçî meşiyan. Beriya vekirinê axaftin hatin kirin. Hevserokê HDP’a Bazîdê Talha Kaya axivî û got ku dê serkeftinek mezin bi dest bixin.    Parlamenter Lezgîn Botan jî axivî û bertek nîşanî hilweşandina peykerê Ehmedê Xanî da û got: “Kes nikare Ehmedê Xanî ji zîhna gelê kurd derbixe û paqij bike. Ne hedê tu kesî ye êrîşî Xanî bike û peykerê wî hilweşîne. Gelê Bazîdê dê bersiv bide talangeran.”    Piştî axaftinan bi coşek mezin buro hat vekirin.