Rewşenbir û hunermend di nobeta edaletê dene: Em dê rojên xweş bibînin 2018-05-17 15:01:56   STENBOL - Rewşenbir û hunermendên di hefteya 59'an de beşdarî Nobeta Edaletê bûn, bi hevre strana "Em dê bi hevre rojên xweş bibînin" strîn. Di nobetê de Hunermend, Suavî got: "Cihê ku edalet neyê avakirin mirov nikare bêhnê bistîne."    Parêzeran, ji bo edaletê ji hempîşeyên xwe yên girtî re bixwazin, di hefteya 59'an de li ber Edliyeya Stenbolê çalakiya "Nobeta Edaletê" berdewam kirin. Parêzeran di çalakiyê de dîsa pankartên "Ji bo her kesî Edalet" û "Gelê Fîlîstînê ne bi tenê ye" vekirin. Di çalakiya îro de hunermend û rewşenbir jî amade bûn. Hunermend Suavî, Edip Akbayram, Huseyin Turan, Nivîskar Eşber Yagmurderelî, Lîstikvan Menderes Samancilar û gelek rojnameger û parêzer amade bûn. Di çalakiyê de êrîşa Îsraîl a li dijî Fîlîstinê  şermezar kirin. Ewil nivîskar Eşber Yağmurderelî diyar kir ku Tirkiye di nava aloziyê de dikeve hilbijartinê û wiha got: "Bi hezaran kesên ku fikrên xwe aşkere kirin hatin girtin. Pir aşkere pêdiviya Tirkiye ji demokrasî û edaletê heye. Em wekî hêzên demokrasiyê wekî her carê em dê îro jî têkoşîna xwe berdewam bikin.    Lîstikvan Menderes Samancilar jî diyar kir ku hunermend îro ji bo edaletê li vir in û wiha got: "Em her dem heta dawî li dijî neheqiyê rawestiyan. Ger ku li vî welatî zarok rastî tacîz û tecawizê tên. Ger ku jin li kolanan tên kuştin, Ger ku siyasetmedar neheq tên girtin wê demê pêtir pêdivîe ji edaletê heye. Heta ev bê edaleti bi dawî bibe nobeta me jî dê bidome.    Hunermend Suavî jî der barê binpêkirina heq û azadiya mafan de wiha got: "Em bê bijartina xwe hatin ruyê dinyê. Niha jî bêyî vîna me kes me bi rêvebidin.  Niha me wekî kesên "jin, mêr, reş, spî xizan, dewlemend" perçe dikin û ji hev cuda dikin. Niha herî zêde pêdiviya me ji av, hewa û axê heye. Lê bi qasî av û hewayê pêdiviya me ji Edaletê jî heye. Cihê ku edalet lê tune be mirov nikare bêhnê bistîne. Lê têkoşîna me ji bo vê yekê dê berdewam bike."    STRANA 'EM DÊ BI HEVRE ROJÊN XWEŞ BIBÎNIN SITRÎN'    Hunermendan piştî axaftina Suavî bi hevre strana "Em dê rojên xweş bibînin" strîn.