Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin 2024-03-26 16:50:23   STENBOL - Dozger xwest Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê ya ÎHD'ê Gulistan Yarkin ku ji doza bi îdiaya “Neteweya tirk biçûk xistinê” tên darizandin, werin cezakirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û endama Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cihêkariyê di sala 2021’an de der barê Qirqirina Ermenan daxuyanî dabûn û bi îdiaya “Biçûkxistina neteweya tirk” derheqê wan de doz hate vekirin. Danişîna 2’yemîn a dozê li 51’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hate lidarxistin.   PIŞTEVANIYA BERFIREH   Danişîn 40 deqeyan dereng dest pê kir. Parêzerên Keskîn û Yarkinê di danişînê de amade bûn. Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, Dayik/Mirovên Şemiyê, Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî û rêveberên şaxê, parastvanên mafên mirovan û gelek hiqûqnas ji bo piştevaniyê danişîn şopandin.    Piştî guherîna dozger, mutalaa hate dayîn û dozger xwest Keskîn û Yarkin ji îdiaya “Biçûkxistina neteweya tirk” werin cezakirin.    TALOQÎ 2’YÊ GULANÊ KIRIN   Parêzerên Keskîn û Yarkinê jî ji bo parastinê dem xwestin. Dadgeha daxwaza parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê gulanê saet 12.00’an kir.