Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin 2024-03-25 23:18:25   ENQERE- Malên Gel, Kesk û sendîkayên girêdayî KESK'ê serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kirin.    Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 61’ê de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir.    Malên Gel û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya Konfederasyona Kedkarên cemaweriyê (KESK) û Serok Giştî yê Egîtîm-Senê Kemal Irmak û sendîkayên şaxên KESK'ê serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kirin.