ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2023'YAN 2023-12-05 09:00:13     * Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd de, dê li 160 navendan çalakiya "Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan a Cîhanê" û li Cenevreyê jî meşek were lidarxistin.   * 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê ku li Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Zekî Bagcik ê ji wezîfeyê hatibû girtin hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin.   * Li Dêrsimê koçberiya ciwanan her ku diçe zêde dibe. Welatiyên li Dêrsimê diyar kirin ku ji ber polîtîkayên desthilatê ciwan koçber bûne û gotin ku divê hêvî û derfetên kar bên afirandin.   * Faîk Taşkaya, 30 sal in li benda birayê xwe Huseyîn Taşkaya ye ku piştî hat binçavkirin tu agahî jê nehatine girtin e. Taşkaya diyar kir ku kiryar diyar in û got: "Em hestiyên xwe dixwazin."   * Narenciye Acar (75) ku hevserê wê Sabrî Acar di sala 1992'yan de ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin, ji bo êş û azarên ku wê kişandine kesine din nekişînin bi salan e wekî Dayika Aştiyê têdikoşe.    * Doza der barê edîtorê MA’yê Abdûrrahman Gok de hatiye vekirin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna 44'emîn a Doza Kobanê dê li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Serokê Ocaxên Tevgera Taybet ê Şirnexê Îbrahîm Barkin ku Sakîne Kultur bi îşkenceyê qetil kir de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (09.30)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku li Amed, Edene û Mêrsînê ji bo piştgiriya girtiyên di greva birçîbûnê de hate destpêkirin dê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00-18.00)   * Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDΠ   * Çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê ya dest ji kar berdanê di roja 9’emîn de berdewam dike. (13.00)   * Rêxistina HEDEP’a Rihayê dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike li avahiya baroyê bi gel re bicive. (13.00)   * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye’ hatiye vekirin dê li 14’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Mêrsînê bê lidarxistin. (14.00)