Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana kir 2023-09-21 16:12:48 ŞIRNEX - Şandeya Partiya Çepên Kesk serdana gundê Bana yê navçeya Basa ku dorpêç lê didome kir.    Li gundê Bana yê girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê dorpêça leşkêrî didome. Gundiyên ku pezê wan ji gund hatiye derxistin, ji ber qedexeyê nikarin biçin bax û baxçeyên xwe av bidin. Çend roj beriya niha di encama bombardimanê de zeviyên gundiyan ên birinc û fêkiyan hatibûn şewitandin. Şandeya ku  parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal Aslan, rêxistinên partiyê yên navend û navçeyan di nav de serdana gundiyan kirin.    Di serdanê de gundiyan ji şandeyê daxwaz kir ku ev dorpêça li ser gundê wan bi dawî bibe û ji Komeleyên Mafên Mirovan banga hestiyariyê kirin. Hate diyarkirin ku di rojên pêş de dê şande rapora xwe ya têkîldarî gund amade bike û parve bike.