Li Şehbayê Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir 2023-04-01 19:53:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şehbayê Festîvala Festîvala Amara ya 3`yemîn dest pê kir ku di festîvalê de rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pîrozkirin.    Bi rasthatina rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Bi pêşxistina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê” Festîvala Amara ya 3`yemîn dan destpêkirin. Festîval li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê li dar ket.   Bi sedan şênyiên kantona Şehba û Efrînê qada sereke ya kampê kom bûn. Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiyên Jinên Ciwan li cihê festîvalê hatin daliqandin.   Di festîvalê de endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Emîne Hec Ebdo axivî û Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz kir. Emîne behsa rola ciwanan di civakê de kir û got: “Civaka azad bi hêza ciwanên wê ava dibe. Ciwan pêşengên şoreşê ne ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeha şoreşa li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê. Ciwan ji destpêka şoreşa Rojava tev lê bûn. Bûn sembola têkoşîn û berxwedanê, li hember êrişên çeteyan li ber xwe dan, bi rêya sazî û yekitiyan civak bi rêve birin û destkeftiyên şoreşê parastina.”   Di dawiyê de Emîne bang li ciwanan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bikin ku hewl didin destkeftiyên şoreşê têk bibin.   Dû re Koma Baz Mordem a strana erebî, Koma Azadî ya Yekitiya Êzidiyan, Koma Mezlûm Nisêbîn a şanoyê, Koma Zinarîn Cûdî ya govendê berhemên xwe pêşandan.   Çaverêye ku festival heta 4`ê Nîsanê berdewam bike. Sibe dê li Stada Babnisê çalakiyên werzîşî li dar kevin, dûre di rojên sêyem û çarem a festîvalê de dê berhemên hunerî li Kampa Serdem û navçeya Ehdasê bên pêşandan.