Gelê Başûr ji bo Efrînê dadikevin qadan 2018-03-19 12:41:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê Başûrê Kurdistanê dê li gelek bajar û navçeyan çalakiyên li dijî şerê li ser Efrînê û li ser nirxên dîrokî yên Kurdistanê dakevin qadan û çalakiyan pêk bînin. Dê li Helebce, Ranya, Silêmanî û Hewlêr îro rabin ser piya û piştgiriyê bidin gelê Efrînê.  Gelê Başûrê Kurdistanê qonaxa duyemîn ya ‘Berxwedana Serdemê’ bi çalakiyên cûr be cûr pêşwazî dikin. Wê îro jî li gelek bajar û navçeyên Başûr li dijî dagirkeriya li ser Efrînê çalakî bên lidarxistin û piştgirî ji bo qonaxa nû ya berxwedana serdemê ragihînin.  Îro li 4 bajaran çalakî li dijî dagirkeriya Efrînê çalakî dê bên lidarxistin.   Di saet 11:00’an de bi însiyatîfa Grûpa Dengê Şeqam çalakiyeke nerazîbûnê li ber Ofîsa Parlementoya Iraqê ya Silêmanî tê lidarxistin.   Îro di saet 12:00’an de li Helebceyê çalakiyek piştgirîdayîna berxwedana mezin a Efrînê tê lidarxistin û bêdengiya raya giştî ya cîhanî û dewletan ya li hember komkujî û hovîtiyên dewleta Tirk were lidarxistin.   Li Hewlêrê çalakiyeke girseyî di saet 14:00’an de li ber konsolosiya Rûsya ya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.    Îro gelê Ranya dîsa di saet 16:00’an de ji bo Efrînê dadikeve qadan û berxwedana mezin a Efrînê ya li dijî dagirkeriyê silav dikin û biryardariya xwe ya têkoşînê ya li dijî dagirkeriyê dûbare dikin.   Duh jî li Silêmanî, Hewlêr, Ranya, Qeladizê û Kelarê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê û nirxên wê yên dîrokî û çandî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin û sonda bilindkirina têkoşînê hatibû dayîn.