Li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket 2022-08-10 14:37:38   ŞIRNEX - Li quntara Çiyayê Cudî şewat derket.    Li quntara Çiyayê Cûdî derdora gundê Hesena yê bi ser navçeya Silopiya Şirnexê ve şewat derket. Sedema şewatê nehat zanîn. Lê hat dîtin ku dû li herêmê bilind dibe. Ji aliyê din ve çend roj beriya niha li heman herêmê birîna daran hatibû destpêkirin.