Qeyûm neguhêzbar derxistin ber firotinê 2022-08-10 12:18:06 AMED - Şaredariya Yenîşehîrê ya di bin rêveberiya qeyûm de 2 negûhêzbarên li taxa Uçkûyû derxist ber firotinê.    Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê ya di bin rêveberiya qeyûm de 2 neguhêzbarên qada bi hejmara 2’yan a parçezeviya 1298 û qada bi hejmara 2’yan a perçezemîna 1300’an bi “Ûsûla Teklîfa Girtî ya Îhaleyê” derxist ber firotinê.    Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Mûrat Beşîkçî beriya niha neguhêzbarên li taxa Uçkûyûlar ên Qada bi hejmara 3’yan a perçezemîna 1822’an ya ji 15 doniman pêk tê bi 41 milyon 500 hezar lîreyan, qada bi hejmara 3’yan a perçezena 1300’an bi 26 milyon 745 hezar lireyan û zeviya bi hejmara 667’an a li taxa Şilbê ya bi 8 hezar 600 metrekare pêk tê jî bi 36 milyon lîreyan firotibû. Heqên neguhêzbarên ku firotinên bi “Ûsûla Teklîfa Girtî ya Îhaleyê” hatine pêkanîn bi texsîtan tên razandin.