Hevşaredarê Cizîrê Zirig ji doza ‘pesnê’ hat beratkirin 2020-07-09 13:58:26 ŞIRNEX – Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ji doza “pesindayîna sûc û sûcdar” a derbarê wî de hatibû vekirin hat beratkirin.    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, di pîrozbahiya Newrozê de axivîbû û ji ber axaftinê derbarê wî de bi îdiaya “pesnê sûc û sûcdar daye” doz lê hatibû kirin. Danişîna biryara dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Cizîrê hat lidarxistin. Zirig û parêzerê xwe beşdarî danişînê bûn. Zirig parastina xwe kir û beyanên danişînên berê dubare kir. Parêzerê wî jî parastina xwe ya berê dubare kir û xwest miwekîlê wî were beratkirin. Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û derbarê Zirig de biryara beratê da.