Wezaret dê mudaxîlbûyîna lêpirsîna Komeleya Rosa binirxîne

  • jin
  • 14:39 25 Gulan 2020
  • |
img
AMED – Wezareta Karê Malbat, Xebat û Civakî, ji bo ku mudaxilê lêpirsîna girtina 9 jinên di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de hatin girtin bibe, ji Miduriyeta Bajêr a Amedê bi koda lezgîn agahî xwest.
 
Wezareta Karê Malbat, Xebat û Civakî, ji bo ku mudaxilê lêpirsîna girtina 9 jinên di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de hatin girtin bibe, ji Miduriyeta Bajêr a Amedê bi koda lezgîn agahî xwest. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna derbarê Komeleya Jinan a Rosa bi rêve bir de, çalakiyên li dijî cînayetên jinan hatin lidarxistin, xebatên komeleyê, çalakiyên 8’ê Adarê yên endamên komeleyê beşdar bûn û şermezarkirin qeyûman weke sûc nîşan dan. Hat diyar kirin ku nîşeya agahiya derbarê lêpirsînê hat girtin de, ji Miduriyeta Giştî ya Xizmetê Hiqûqî û Xizmeta Jinan re hatiye şandin. Hat diyar kirin ku wê wezaret, di rojên pêş de derbarê beşdarî lêpirsînê bibe yan na de biryar bide.