Piştevaniya Mor, li dijî tundiyê xwe digînin hev

  • jin
  • 10:15 24 Gulan 2020
  • |
img
ÎZMÎR - Endama Piştevaniya Mor Denîz Uslu, diyar kir ku di pêvajoya şewba Covît-19 de tundiya li dijî jinê zêde bûye û li dijî vê tundiyê jin xwe li ser onlinê digînin hev. Denîz Uslu, anî ziman ku pêdiviya jinan bi piştevaniyê heye ew têkoşîna xwe berdewam dikin. 
 
Piştevaniya Mor, bi armanca piştgiriyê bide jinên di pêvajoya şewba vîrûsa (Covid-19) de rastî tundiyê tên, bi rêya onlinê xwe digînin jinan û piştevaniyê dikin. Endama Piştevaniya Mor Denîz Uslu, diyar kir ku di pêvajoya şewba Covît-19 de tundiya li dijî jinê zêde bûye û li dijî vê tundiyê jin xwe li ser onlinê digînin hev. Denîz Uslu, anî ziman ku pêdiviya jinan bi piştevaniyê heye ew têkoşîna xwe berdewam dikin. Uslu, anî ziman ku piştî şewb belav bû tundiya li ser jinan zêde bû û wiha got: "Bi vê pêvajoya şewbê re êdî em pirsa 'Mal çiqas ewle ye?' dikin. Me xwest di vê pêvajoya şewba kurevî de destê hevkarî û piştevaniyê dirêjî jinan bikin. Di pêvajoya pendamiyê de jin di malê de hatin hepiskirin. Me xwest bi rêya onlîne destê pişetvaniyê bigînin jinan û xebatên me yên li ser onlînê berdewam dikin.